Qadir Qaçax: PKK ji Şingalê derneketiyê û cilûbergên polîsên federali li çekdarên xwe kiriye
![Qadir Qaçax: PKK ji Şingalê derneketiyê û cilûbergên polîsên federali li çekdarên xwe kiriye](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/20252c98d6d9e25c71ad77469391f0da_L.jpg )
Îro roja çarşemê 02.12.2020an Qadir Qaçax ji BasNBewsê re axivî û da zanîn PKK hewl dide Neteweyên Yekgirtî bixapîne û niha cilûbergên polîsên federalî li çekdarên xwe dike û çekdarên PKKê ji Şingalê derneketine.
Qadir Qaçax dibêje ti nêta PKKê tuneye ku ji Şingalê derkeve û bi tene armanca wê ew e ku Neteweyên Yekgirtî bixapîne. Qaçax got: “PKK heta niha mezintirîn baregeha polîs a li navenda Şingalê radestî hêzên federalî yên Iraqê nekiriye. Niha ew çekdarên xelkê Şingalê yên ser bi PKKê li baregehên embî bi cî bûne û çekdarên PKKê yên ne xelkê Şingalê jî çûne ketine tunelên li ser çiyayên Şingalê. “
Herwiha Qadir Qaçax amaje bi wê yekê jî kir proseya cîbicîkirina xalên rêkeftinê pêwîstî bi çavdêriya herdû nûnerên Hikûmet Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekgirtî heye û ligor zanyariyên wan çekdarên PKK cilûbergên çekdarên Iraqê liberxwe kirine û hîn jî li nava bajar in. Ligor rêkeftinê divê PKK ji bajêr derkeve û heger PKK li bajêr bimîne wê metirsî berdewam bike penaber nikarin vegerin Şingalê.
Basnews