• Monday, 22 July 2024
logo

4 Lîwayên Polîsa Federalî li Şingalê bi cih bûne

Gulan Media December 2, 2020 Nûçe
4 Lîwayên Polîsa Federalî li Şingalê bi cih bûne
Du lîwayên artêşa Iraqê ligel çar lîwayên Polîsên Federal li Şingalê bi cih bûne û PKK û Heşdî Şeibî ji navenda Şingalê vekişiyan.

Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî ji K24ê re got: “Nabe ti hêzeke çekdar ya nerewa li Şingalê bimînin. Rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêngaveke girîng e, ji bo koçber vegerin û navçe avedan bibe.”

Ji bo cibicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, artêşa Iraqê bi hêzeke mezin gihîştiye Şingalê û lîwaya 66 û lîwaya 72 ya artêşa Iraqê li navenda Şingalê û nahiya Sinûnê hatine cibicîkirin. 4 lîwaya Polîsa Federalî li ser sînorê di navbera rojavayê Kurdistanê û Şingalê de bicih bûne, ji bo rêgiriyê li her aloziyekê bikin.

Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî ji K24ê re got: " Îro em berhemê rêkeftina ku di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo asayîkirina rewşa Şingalê hatiye îmzekirin diçinin.”

Got jî: “Ev rêkeftina han ji bo kar û xebata hevbeş ya di navbera me û Hikûmeta Herêma kurdistanê de gelek giring e. Divê hemû hêzên neyasayî ji Şengalê vekişin. Ji bo vegerandina penaberan li ser herêmên xwe jî çi ji destê me bê emê bikin, divê ev navçe bê avedankirin.”

welatiyê Şingalê Iliyas Qasim dibêje: "Em dixwazin li Şingalê hêza yasayî heye, ne ku hêzên partiyan û mîlîşyayan, ji bo ku xelkê Şingalê bikaribin vegerin cihê xwe û Şingalê ji nû ve ava bikin"

K24
Top