• Monday, 22 July 2024
logo

Serok Barzanî li gel şandeke Brîtanî civiya

Gulan Media December 2, 2020 Nûçe
Serok Barzanî li gel şandeke Brîtanî civiya
Brîtanya hevkarî û hemahengiya xwe li gel pêşmerge didomîne.
şand bi Serokatiya wezîrê karûbarên hêzên çekdar serdan Kurdistanê kiriye.

Îro Serok Barzanî pêşwaziya şandeke Brîtanî bi Serokatiya wezîrê dewlet yê bo karûbarên hêzên çekdar James Heappey kir.

Di civînê de wezîr û şanda Brîtanî rêzdariya welatê xwe ya li hember rola qehremanane ya hêzên pêşmerge ya bo têk birina terorîstên DIŞIê diyar kir û tekez li ser xwesteke Brîtanyayê ya bo domandina hevkarî û hemahengiya Brîtanyayê li gel hêzên pêşemrge û herêma Kurdistanê kir.

Derbarê rewşa Îraqê de jî şanda mêwan tekez li ser vê yekê kir ku lazime di navbera pêkhateyên Îraqê de hevsengiya siyasî û abûrî hebe.

Di dawiya civînê de jî Serok Barzanî spasiya Brîtanyayê kir ku di şerê dijî DIŞIê de hevkariya hêzên pêşmerge kiriye û hêviya pêşdeçûna zêdetir ya têkiliyên navbera Kurdistan, Brîtanya û Îraqê jî xwest.
Top