• Monday, 22 July 2024
logo

Erebistana Siûdî derbarê kuştin zanayê atomî yê Îranê de bersivekî tund da

Gulan Media December 2, 2020 Nûçe
Erebistana Siûdî derbarê kuştin zanayê atomî yê Îranê de bersivekî tund da
Piştî wezîrê derve yê Îranê, Siûdiye tometbar kir ku di kuştina zanayê atomî Muhsîn Fexrî Zade de tiliya wn jî heye, wezîrê şêwirmendê karûbarên dewletê yê Siûdiyê jî bi tundî bersiva Îranê da.

Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf berî naha li ser tora xwe ya civakî twîtterê de ragehandibû, di hevdîtina vê dawyêya kurmîrê welîahd ê Siûdiyê Mihemed Bin Selman û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu de bingehê kuştina Fexrî Zade hatiye danîn.

Zerîf ragehandibû: ‘’Sefer û gerên bilez ên wezîrê derve yê Amerîkayê Pompeo bo herêmê û hevdîtinên sêalî û daxuyaniya Netenyahu nîşan dide ku ew plan bûye li dijî Îranê ku mixabin roja Îna borî yek ji rûyên nas ên warê atoma Îranê de hate kuştin.’’

Li hember vê wezîrê şêwirmendê karûbarê derve yê dewleta Siûdiyê Adil Cubeyr di twîtterê de ragehand: ‘’Wezîrê derve yê Îranê bi damayê tekoşîn dike li hember wan bûyerên li welatê wan pêktên ê Siûdiyê tometbar dike. Gelo Mihemed Cewad Zerîf bo erdhej û lehiyê pêş de ku eger li Îranê pêkbên, dîsa me tometbar nake?’’

Adil Cubeyr got: ‘’Siyaseta Siûdiyê berevajî êrîşên terorîstiye.’’

Piştî êrîşê li cîhê êrîşa ser zanayê atomiya Îranê Muhsîn Fexrî Zade berpirsên payebilind ên siyasî û leşkerî yên Îranê Îsraîl tometbar kiribûn.

Top