• Monday, 22 July 2024
logo

Pompeo û Çavuşoglu di civîna NATOyê de rexneyên dijwar li hev girtin

Gulan Media December 2, 2020 Nûçe
Pompeo û Çavuşoglu di civîna NATOyê de rexneyên dijwar li hev girtin
Di civîna Wezîrên Derve yên Hevpeymaniya NATOyê de ku êvara roja Sêşembê hat kirin, Wezîrê Derve yê Amerîka û Wezîrê Derve yê Tirkiyê rexneyên dijwar li hev girtin û li gor zanyariyên rojnamevanî, di wê civînê de Mevlut Çavuşoglu Amerîka rexne kiriye li beramber hevkariyên Amerîkayê bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê.

Di civînê de ku bi rêya vîdeo-konferans hat sazkirin, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo destpêkê gotiye Tirkiye bûye sedema derketina alozî û milmilaniyê û tevgera wê li rojhilatê Deryaya Spî bo gera bi pey enerjiyê de, navçe tevlîhev kiriye.

Herwiha amaje bi wê yekê daye ku Tirkiyê bi kirîna sîstema S-400 a Rûsî, diyariyeke mezin pêşkêşî Rûsyayê kiriye û zerar gihandiye Hevpeymaniya NATOyê. Li beramber Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bersiva Pompeo daye û Amerîka bi wê yekê tohmetbar kiriye ku ji dêlva hevkarîkirina Tirkiyê, hevkariya hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Di civînê de Mevlut Çavuşoglu gotiye, di demekê de ku Tirkiyê li Sûriyê şerê DAIŞê kiriye, lê Amerîkayê tenê hevkariya Kurdan kiriye. Çavuşoglu herwiha rexne li Fransa û Amerîkayê girtine ku bûne sedema xirabtirkirina milmilaneyên Herêma Nagorno-Karabaxê û piştîvaniya Ermenîstanê kirine.

Medya Amerîkayê behsa wê yekê kiriye ku hinek ji endamên şanda Amerîkayê di wê civînê de agahdarî nîqaşa dijwar a Çavuşoglu û Pompeo bûne û gotine; Wezîrên Derve yên Amerîka û Tirkiyê di civînê de çend caran bersiva hev dane û rexneyên dijwar li hev girtine. Çavuşoglu derbarê kirîna sîstema berevaniyê ya Rûsî de gotiye, Amerîkayê red kiriye çekên berevaniyê yên Amerîkî bifroşe Tirkiyê, lewra Tirkiyê sîstema Rûsî kiriye.

Hinek endamên NATOyê jî di civînê de piştgiriya Pompeo kirine û dijî Tirkiyê axifîne, ji wan Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian gotiye tevgera Tirkiyê zerarê dighîne hevpeymaniyê. Di dawiya civînê de jî endamên NATOyê di civînê de nûnerê Tirkiyê paşguh kirine û pêşniyareke Çavuşoglu jî bo dubare destêwerdana NATOyê li Lîbyayê red kirine, li beramber jêre gotine ku Tirkiye bûye sedema xirabtirkirina rewşa Lîbyayê û çekdarên kirêgirtî jî şandine Lîbyayê.

Her di wê civînê de endamên NATOyê derbarê pirsgirêkên Yunanîstan û Tirkiyê de, dijî Tirkiyê axifî ne û bi eşkere berevanî li Wezîrê Derve yê Yunanîstanê kirine.

Rudaw
Top