Wezîrê Perwerdeya Sûriyê: Em ne li dijî xwendina bi Zimanê Kurdî ne
![Wezîrê Perwerdeya Sûriyê: Em ne li dijî xwendina bi Zimanê Kurdî ne](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/550505Image1.jpg )
Parlemanterê Sûrî Dr. Ebdulrehman Xelîl di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re got, Wezîrê Perwerdeya Sûriyê Dr. Darim Tebah li ser girtina dibistanên hikûmetê li navçeyên Rêveberiya Xweser ragihand, Hikûmeta Sûriyê ne li dijî xwendina zimanê Kurdî ye li dibistanan.
Dr. Darim Tebah gotiye ku Kurd weke Ermeniyan dikarin di hefteyekê de 2-3 saetan bi zimanê xwe bixwînin.
Tebah herwiha got, berî niha wan ev proje dabûn Rêveberiya Xweser, lê wan qebûl nekirin, ew jî itîrafê bi dibistanên Rêveberiya Xweser nakin.
Wezîrê Perwerdeya Sûrî diyar dike ku ew ligel rêkxisitnên navdewletî kar dikin ji bo ku bernameya hikûmetê ya xwendinê vegerînin hemû axa Sûriyê.