Mesrûr Barzanî: Ji sibe ve dest bi dabeşkirina mûçeyan dibe
![Mesrûr Barzanî: Ji sibe ve dest bi dabeşkirina mûçeyan dibe](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/13e083b956a30d8cb6d.jpg )
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ew bi berdewam li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser xetê bûye û Encûmena Wezîrên Iraqê jî soz daye ku di heyama çend rojên bê de pirsa şandina mûçeyan çareser bikin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand jî, heger ji ber her hokarekê mûçeya Herêmê ji Bexdayê negihe Herêma Kurdistanê, ew pereyên mûçeyan bi qerz dabîn dikin û piştre dema Bexdayê pereyên mûçeyan şandin, dê qerzê xwe bidin.
K24