• Monday, 22 July 2024
logo

Jineke Fransî daxwaza vegera keça xwe ji Rojavayê Kurdistanê dike

Gulan Media December 2, 2020 Nûçe
Jineke Fransî daxwaza vegera keça xwe ji Rojavayê Kurdistanê dike
Xortên DAIŞ û ciwanên tundrew, çi bi rêya sosyal medya çi jî bi rêyên din ên danûstandinan gelek keçên Ewropî xapandin û birin Sûriyê û Iraqê û tevlî DAIŞê kirin. Malbatên wan keçan niha li pey şopa keçên xwe digerin.

Yek ji wan jineke Frensî ye, bi navê Paskal Des Kamps e ku keça wê çûye Sûriyê û bûye DAIŞî, ew dixwaze keça xwe vegerîne Fransa.

Pirsgirêka mezin a Paskal rizgarkirina keça wê ye ku niha bi nexweşiya penceşêrê ketiye. Keça Paskalê ji sala 2019ê ve ligel her 4 zarokên xwe li kampa Roje li Hesekê ye.

Paskal Deskamps dibêje: “Ez naxwazim dosyeya keça xwe paqij bikim, divê lêpirsîn ligel wê were kirin, ew bi xwe jî vê yekê dizane, eger bimîne diçe zindanê. Pirsgirêka me ligel vê yekê nîne.”

Keça Paskal temenê wê 32 sal e, di sala 2015ê de ligel her sê zarokên xwe çû Sûriyê û peywendî bi DAIŞê re kir. Wê ola xwe guhertiye û bûye misilman, ligel çekdarekî DAIŞê hevjînî kiriye ku berî çend mehan li Sûriyê hatiye kuştin, lê zarokekî wê ji wî çekdarî heye.

Paskal Deskamps dide zanîn ku pirsgirêka mezin a Paskalê rizgarkirina keça wê ye ku niha bi nexweşiya penceşêrê ketiye û dibêje: “ Ez daxwaza vegereke fermî û yasayî bo keça xwe dikim, pirisgirêk ew e ku pêwîstiya wê bi çareseriyeke bilez heye, ez niha nizanim ku rewşa wê çawa ye û di çi asteke penceşêrê de ye.”

Keça Paskalê ji sala 2019ê ve ligel her 4 zarokên xwe li kampa Roj e li Hesekeya Rojavayê Kurdistanê, yek ji zarokên wê keçe û temenê wê 11 sal e, her sê zarokên din jî kur in û temenê wan 2,6 û 8 sal in.

Paskal Deskamps herwiha got: “Ez niha dixwazim agahdariya rewşa neviyên xwe bikim, dixwazim biçin dibistanê, ji ber ew hez dikin biçin dibistanê, jiyaneke asayî dixwazin, her çawa be divê bên welatê xwe, ez dixwazim ligel wan bim û li nav civaka Fransî wan li ser bihayên komara Fransayê perwerde bikim.”

Nêzîkî 150 jin û zilam û 300 zarokên Fransî heta niha li kampên destserkirî yên Sûriyê ne. Di du salên borî de 30 zarok vegeriyane Fransayê, ku hemûyan bav û dayikên xwe ji dest dane, yan dayikên wan razî bûne ku xwe ji wan bêrî bikin.

Rudaw
Top