• Monday, 22 July 2024
logo

Xaneqîn- Erebên hawirde dest bi ajotina zeviyên kurdan kiriye

Gulan Media December 2, 2020 Nûçe
Xaneqîn- Erebên hawirde dest bi ajotina zeviyên kurdan kiriye
Berpirsê Liqa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Xaneqînê Cafer Şêx Mistefa dibêje erebên hawirde bi saya milîsên Heşdî Şabî dest bi ajotina zeviyên kurdan li Xaneqînê û nahiyeyên wê kirine.

Cafer Şêx Mistefa ji BasNewsê re axivî û da zanîn li herêmên Kurdistanî li Diyala kêşeya û erebên hawirde kêşeyan bo kurdan durist dikin û dest bi ajotina zeviyên cotkaran kurd dikin.

Herwiha Cafer Şêx Mistefa da zanîn hêzeke Iraqê hatiye herêma Bawe Mehmûd û pira navbera Xaneqîn û Gullalle yê û hêzên Heşdî Şabî jî her li herêmê hene.

Di berdewamiyê jî de Cafer Şêx Mistefa dibêje hêzên Heşdî Şabî di navbera Kelar û Xaneqînê de xaleke kontrole danîne û bacê ji şofêran distînin û bi berdewamî arîşeyan bo xelkê herêmê durist dikin.

Basnews
Top