• Monday, 22 July 2024
logo

Cuma Îçten: Bawer nakim AK Partî pirsa Kurd çareser bike

Gulan Media December 2, 2020 Nûçe
Cuma Îçten: Bawer nakim AK Partî pirsa Kurd çareser bike
Parlenemterê berê yê AK Partiyê û Endamê Lijneya Damezrîner a Partiya Paşerojê Cuma Îçten got baweriya Kurdan bi AK partiyê nemaye ku pirsgirêka Kurd çareser bike.

Endamê Lijneya Damezrîner a Partiya Paşerojê Cuma Îçten beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî pirsa Kurd axivî û got: “Ji ber hevkariya bi MHPê re tenê siyasetmedarên Kurd hatin tasfiye kirin, niha hûn di nav encûmena weziran de nikarin yek Kurd wek wezîr bibînin.”

Cuma Îçten diyar kir ku ji nav pirtûken perwerdeyê beşên ku tê de behsa Kurdan tê kirin, hatine dûrxistin û di zanîngehan de nivîsandina tezên Kurdî hatine qedexekirin.

Îçten got: “AK Partî, hemû tiştên ku ji bo çareserîkirina pirsgirêken Tirkiyê yên di sedema damezirandina xwe de gotibû, niha jî tam berevajiyê wan dike. Mixabin gavên neyînî yên sedema damezirandina xwe ji holê radike diavêje. Ev 5 salên dawî bi taybetî piştî Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu dev ji erka xwe ya serokwezîrî berda di her warî de, ji vekirinên demokratîk bigrin heta azadiyan her tişt di bin pê de ne. Tirkiye vegeriya Tirkiya berê. Bilez bi rê ve diço ji bo bibê Tirkiya salên 90î.”

Derbarê hilbijartinan de jî Îçten amaje bi wê yekê kir ku îradeya gelê Kurd tine te hesapkirin û wiha pê de çû: “Bi taybetî piştî darbeya 15ê Tîrmehê vegeriya ser pergala dewletê ya berê ku mafê mirovan û azadiyan hatiye binpêkirin. Ji ber hevkariya bi MHPê re gavên marjînalkirinê tên avêtin. Bikaranîna peyva reformê, peyva reformê jî bêqîmet kirine. Bi taybetî cihên ku Kurd lê dijîn, îrada hilbijêran hatiye binpêkirin. Li herêmê hilbijartin hat kirin, du meh piştî hilbijartinê qeyûm hatin danîn û niha îrada birayên me yên Kurd hatiye daleqandin. Darbe li hilbijartinê, azadiyan hatiye xistin. Bê biryara ku ji aliyê dadgehê ve hatiye vebirandin siyasetmedarên Kurd hatin girtin, gelek ji wan niha di girtîgehan da ne.”

Li ser mijara Kurdî jî Îçten bi bîr xist ku li dibistanan di navbera salên 2011 û 2015 de beşên di derbarê Kurdan de li pirtûkên perwerdeyê hatibûn zêdekiri, lê niha dîsa jî jê hatine derxistin û wiha domand: “Beriya damezirandina AK Partiyê di salên 90î de li ser çiya û zinaran ‘xwezî bi wî kesî yê bêje Tirk im’ hatibû nivîsandin, ji aliyê AK Partiyê hatibû rakirin, dema em parlementer bûn, em bûn şahidê van, piştî 2015a bi taybetî li ser çiya û zinaran nivîsên nîjadperest hatine nivîsandin, danina tezên bi Kurdî di zanîngehan de qedexe bûye.”

Endamê Lijneya Damezrîner a Partiya Paşerojê di berdewamiya axavtina xwe de got: “Bi taybetî di pêvajoya çareseriyê de zextên bingehîn ên ku pirsgirêka Kurd derxisitibûn, birastî jî ji rastê hatibûn rakirin. Lê piştî tifaqa bi MHPê re an jî piştî bû Serokomar, bi taybeta pirsgirêka Kurd dîsa destpêkir. Gavên demokratîk ên ku hatibûn avêten, hemûyan paşde avêt.

Em bawer nakin AK Partî pirsgirêka Kurd çareser bike. AK Partî di kîjan alî de jî reforma bikê, em Kurda bawer nakin vê pirsgirêkê çareser bike. Gelên Tirkiyê jî bawer nake, ji ber ku niha hemû siyasetmedarên Kurdan hatine girtin. Bê biryara ku ji aliyê dadgehê ve hatiye vebirandin siyasetmedarên Kurd hatin girtin, gelek ji wan niha di girtîgehan da ne.”

Cuma Îçten destnîşan kir ku di encama bihevratiya AK Partî û MHPê de Kurd û pekhateyên din hatine piştguhkirin û got: “Niha di hikûmetê de yek Kurd wek wezîr tune. Em di wê baweriyê de ne ku hemû pirsgirêkên aborî, civakî û candî yên Kurdan û gelên din bi pargala parlementerek bi hêz dikarin bên çareserkirin. Pergala hikûmeta Serokomarî serê hemû pirsgirêkan e.”

Rudaw
Top