• Monday, 22 July 2024
logo

Serokê herêmê û Hevserokê YNKê civiyan

Gulan Media December 2, 2020 Nûçe
Serokê herêmê û Hevserokê YNKê civiyan
tekez li ser diyalogê bo çareser kirina kêşeyan kirin.
Tekez li ser domandina diyalogê kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Hevserokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Pavel Talebanî kir.

Di civînê de hevdem li gel nîqaş kirin li ser rewşa giştî ya li deverê, behsa rewşa Kurdistanê, kêşeyên heyî yên li Kurdistanê û bandora Koronayê li ser abûrî û rewşa giştî ya Kurdistanê hate kirin.

Her di civîna han de behsa diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê ya bo çareser kirina kêşeyên heyî hate kirin û her du alî tekez li ser domandina diyalogê bo çareser kirina tevahiya kêşeyan kirin.
Top