• Monday, 22 July 2024
logo

YBŞ ji navenda Şingalê vekêşaye

Gulan Media December 1, 2020 Nûçe
YBŞ ji navenda Şingalê vekêşaye
hikûmeta Îraqê dest bi cîhbicîh kirina rêkeftinê kiriye.
Artêşa Îraqê dibêje YBŞ ji navenda Şingalê vekêşaye.

Hikûmeta Îraqê gav bi gav dest bi cîhbicîh kirina rêkeftina normal kirina rewşa Şingalê kiriye û di vê çarçoveyê de jî hetaniha çend gav hatine avêtin.

Her di vê derbarê de Fermandariya operasiyonên hevbeş ya Îraqê diyar kiriye ku hêzên YBŞê bi temamî ji navenda Şingalê vekêşane û baregehên xwe yên di nava Şingalê ve vala kirine.

Herwiha hate zanîn ku YBŞ dest bi amadekariyên xwe yên bo vekêşana hêzên xwe yên li çiyayê Şingalê jî kiriye.

Li gor rêkeftina Şingalê nabe ji bilî hêzên fermî û destûrî ti hêzeke din li Şingalê hebe.
Top