• Monday, 22 July 2024
logo

Ji parlamentera PDKê bo parlamenterên kurd ên neyarê Kurdistanê: Çima hûn behsa mûçeyê 400 fermanberan nakin?

Gulan Media December 1, 2020 Nûçe
Ji parlamentera PDKê bo parlamenterên kurd ên neyarê Kurdistanê: Çima hûn behsa mûçeyê 400 fermanberan nakin?
Endama encûmena nûnerên Iraqê ya ser bi fraksiyona PDKê ragehand: ‘’Bexda amade nîne mûçeyê 400 fermanberan bide, dê çawa mûçeyê temamê fermanberên herêma Kurdistanê bide? Û got ‘’Ew parlamenterên kurd ên neyarê herêma Kurdistanê bê ku bifikirin behsa veguhestina mûçe dikin, başe çima behsa mûçeyê wan 400 fermanberan nakin.’’

Endama encûmena nûnerên Iraqê ya ser bi fraksiyona PDKê Dr. Meyade Necar ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li gor destûrê pêwîste Bexda mûçeyê hemû hemwelatiyên Iraqê dabîn bike, lê bê ku ti sedemekî nîşan bide zêdetirî du mehe mûçeyê 400 fermanberên rêveberiya giştî ya bendavên ser bi wezareta kiştûkal û çavkaniyên avê yê hikûmeta herêma Kurdistanê neşandiye ku çend salek mûçeyên wan xistine ser Bexdayê.’’

Hewaha diyar kir: ‘’Mûçeyê wê fermangehê li ser xwasteka hikûmeta Iraqê di dema Heyder Ebadî de ket ser Bexdayê, naha jî du meh carekî yan zêdetir mûçeyên wan nadin. Ev çendem care mûçeyên wan tê ragirtin.’’

Meyade Necar dipirse: ‘’Ew Parlamenterên ku bi dengên kurdan çûne Bexdayê li wê ketine dijatiya herêma Kurdistanê û daxwaza veguhestina mûçeyê fermanberên herêma Kurdistanê dikin bo ser Bexdayê, çima bo wan 400 fermanberan deng ji wan nayê û xwe bêdeng kirin?’’ û got: ‘’Tişta ecêb Bexda amade nîne mûçeyê fermanberên saziyekî bide, ku hejmara wan 400 kese, dê çawa mûçeyê temamê fermanberên herêma Kurdistanê bide.’’

Basnews
Top