• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Îranê 5 hezar kes bi nexweşiya AIDS`ê mirin e

Gulan Media November 30, 2014 Civakî
Li Îranê 5 hezar kes bi nexweşiya AIDS`ê mirin e
Rêxistina Netewyên Yekbûyî (NY) û karbidestên Îranê, li ser zêdebûna rêjeya kesin ku bi AIDS`ê ketine dilgiranin û aşkere kirin ku, heta niha 5 hezar kes ji ber wê nexweşiyê canê xwe ji dset dane.

Di vê derbarê de, Berpirsê Komisyona Tendirustî li Encûmena Parêzgeha Taranê Rehmetulla Hafizî got:“Di heyama sala 2013 – 2014`an de, 9 hezar kes bi nexwşiya kujek a AIDS`ê ketine û heta niha bi awayê pêwîst rêgrî li belavbûna vayrosa AIDS`ê nehatiye kirin.

Heta çend salan berê, madeyên hişbir û bikarnîna Tiryakê tenê rêya veguhastina wê vayrosê bo nav laşê mirov bûn, lê niha pispor di wê baweriyê de ne ku, peywendiyên sêksî sedema serekî ya vegirtina vayrosa AIDS`ê ye li Îranê tê jimartin.

Li gor amarên NY`ê niha nêzîkî 80 hezar kes ên helgirên AIDSê li Îranê hene, lê Hikûmeta Îranê tenê navê 29 hezar kes tomakiriye û naxwaze rêjeya rasteqîne ya wê vayrosê aşker bike.

Ji aliyekî din ve, amarên ne fermî behsa hebûna 120 hezar kes nexweşên vayrosa AIDS`ê dikin û ligor vê amarê di heyama 10 salên borî de û heta niha rêjeya vegirtiyên bi vayrosa AIDS`ê li Îranê 9 qatan zêde kiriye û ji sedî 11 ji wan vegirtiyan jinin.

Di vê derbarê de, berpirsê ji (NY)`ê Cree Lois got:“ Em piştgriyê li hemû bernameyên hişyakirinê li ser vayrosa AIDS`ê dikin û ji bo wê armancê jî, 2 milyon û 400 hezar kes di girtîgehan de ne yên ku madeyên hişber bikartînin û jinan dibin sîwana rêxistina (NY)`ê dene.

Basnews

Top