• Monday, 22 July 2024
logo

Serokatiya Herêma Kurdistanê kuştina zanayê etomî yê Îranê şermezar kir

Gulan Media November 30, 2020 Nûçe
Serokatiya Herêma Kurdistanê kuştina zanayê etomî yê Îranê şermezar kir
Serokatiya Herêma Kurdistanê kuştina zanayê atomî yê Îranê, Muhsîn Fexrîzade şermezar kir, ku roja 27ê Mijdarê di êrîşeke çekdarî de li nêzîk Tehranê hatibû kuştin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyeniyekê de dibêje, “Em terorkirina zanayê Îranî Muhsîn Fexrîzade ku di êrîşeke çekdarî de hat terorkirin, şermezar dikin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, “Em sersaxiyê li serkirdatî û gelê Komara Îslamiya Îranê û malbata xwedê jê razî dikin.”

Zanayê etomî yê Îranê, Muhsîn Fexrîzade naskirî bi bavê etomî yê Îranê, roja Înê 27ê Mijdara 2020an, li bajarokê Abserd li nêzîk Tehran a paytexta Îranê di êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin.

Bûyera kuştina wî zanayê etomî yê Îranê gelek bertek li pey xwe anîn û Îranê gefa tolhildaneke dijwar li bikerên êrîşê xwar.

Piştî wan peyaman jî, Netewên Yekbûyî daxwaz ji hemû aliyan kir, ku aram bin û ti gavekê nehavêjin ku bibe sedema alozkirina rewşê.

Ferhan Heq, Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgbûyî di daxuyaniyekê de ragihand, ew agahdarî wan raportan in ku derbarê kuştina zanayê etomî yê Îrnaê de hatine belavkirin û got, em daxwaza arambûnê dikin û tekezî li ser pêwîstiya xwe dûrgirtina ji her pêngavekê dikin ku bibe sedema bilindbûna asta aloziyan li navçeyê.

Rudaw
Top