Lêkolîna Area: HDP benda hilbijartinê derbas dike û MHP di bin bendê de dimîne
![Lêkolîna Area: HDP benda hilbijartinê derbas dike û MHP di bin bendê de dimîne](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/550198Image1.jpg )
Lêkolîna Areayê di navbera 23-27ê Mijdarê de lêpirsînek kir. Li 12 Metropolên Tirkiye di derbarê hilbijartin û rojevê de bi 2 hezar û 230 kesan re rapirsî hat kirin.
Li gor rapisiya meha Mijdarê, dengê Tifaqa Komarî ku ji AK Partî û MHP ve pêk tê, rêjeya wan 45.2 ye.
Encamên vê rapirsiyê herwiha wiha nîşan didin, ku Tifaqa Millet ku ji CHP û IYI Partiyê pêk tê, 37.4 deng distînin.
HDP jî ji sedî 10.4 deng distîne û dikare benda ji sedî 10 a hilbijartinê derbas bike û careke din derbasî parlamentoyê bibe.
Li derveyê tifaq û hevpeymaniyan, di vê rapirsiyê de AK Partî bi tena xwe % 36.2ê dengan û MHP %9 dengan bi dest tînin.
Herwiha li gor rapirsiya navenda Lekonînan a Areayê, CHP %23.7 û IYI Partî %13.7ê dengan bi dest dixin.
Li gor encamên wê rapirsiyê, MHP bi rêjeya sedî %9 dangan di jêr benda ji sedî 10 a hilbijartinê de dimîne û bi tena serê xwe nikare biçe parlementoyê.
Rêjeyên dengên partiyên ji AK Partiye qetiyabûn, DEVA %3.5 û Partiya Pêşerojê %1.7 hatiye ragihandin.
Rudaw