Îraq û Amerîka behsa rêkeftina Şingalê dikin
![Îraq û Amerîka behsa rêkeftina Şingalê dikin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/ahrajimolar.jpg )
Şêwirmendê ewlekariya netewî ya Îraqê Qasim Erecî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Bexdayê Matthew Tueller kir.
Di civînê de her du alî behsa rêkeftina Şingalê û çawetiya cîhbicîh kirina rêkeftinê kir û tekez li ser bihêztir kirina hevkarî û hemahengiya îstîxbaratî ya lid or terorê û nehêştina paşmayiyên terorîstên DIŞIê kirin.
Di berdewamiya civîna han de her du alî behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya deverê kirine.
Tueller herwiha diyar kiriye ku Amerîka dixwaze Îraq welateke bihêz û aram be jiber ku Îraqeke bihêz û aram bandorê li ser rewşa ewlekarî û aramiya deverê jî dike.
k24