• Sunday, 28 July 2024
logo

673 jin rastî destdirijêyê hatine!

Gulan Media November 26, 2014 Civakî
673 jin rastî destdirijêyê hatine!
Li Tirkiyeyê, di 4 salan de 4 hezar û 578 jinî serdana Navenda Şêwirmendî û Sepana Mafên Jinan a Baroya Amedê kirine. 673 kes jin wan jinan ji ber destdirêjiya cînsî, 1990an jî ji ber lêdanê serî lêdane û alîkarî xwestine.

Kordînatora Navenda Şêwirmendî û Sepana Mafê Jinan a Baroya Amedê Serap Yîgît Erkûş, bi helkefta roja 25ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Navdewletî ya li dijî Tundiya li Hemberî Jinan, daxuyaniyek da.

Erkuş diyar ku di hemû welatên cîhanê de cihên ku şerên germ lê heye, jin rastî destdirêjî, zikdirandinê, têkdana organên cinsî û gellek tundiyên din jî tên. Erkûş dûpat kir ku cudatiya li dijî jinan di dema şer de zêde dibe û jinên ji aliyê çeteyên DAIŞê ve tên revandin, firotin û rastî destirêjiyê dibin, ji jiyanê dûr dikevin.

Wê parêzera mafên jinan anî ziman ku di wan salên dawiyên de tundiya li dijî jinan %1400 zêde bûye û wisa got:

“Di wan salên dawiyê de bi navê namûs û gerdîşê tundiya li hemberî jinan, êşkence, kuştin û xwekujiya bi zorê %25 zêde bûye. Li welatê me gellek jinên ku li dewletê daxwaza parastinê kirine lê ji ber dengên wan nayên bihîstin, tên kuştin. Zewicandina keçan di temenê biçûk de jî sedema zêdebûna tundiyê li dijî jinan e.”

Erkûş, bang li jinan kir ku li dijî tundiya li derve, li ser kar û li nav malan de li dijî jinan tê kirin, bibin yek.

Li gorî amarên Navenda Şêwirmendî û Sepana Mafên Jinan, di 4 salan de 4 hezar û 578 jinî serdana Navenda Şêwirmendî û Sepana Mafên Jinan a Baroya Amedê kirine. 673 kes jin wan jinan ji ber destdirêjiya cînsî, 1990an jî ji ber lêdanê serî lêdane û alîkarî xwestine.

Rudaw
Top