• Monday, 22 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî serxweşiyê li malbata Hesen Şêx Mistefa Boselî dike

Gulan Media November 29, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî serxweşiyê li malbata Hesen Şêx Mistefa Boselî dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ji bo koça dawiyê ya Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê Hesen Şêx Mistefa Boselî, serxweşiyê li malbata wî dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi xem û kovanê ve, me peyama malavahiya kesayetiya niştimanperwer û Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê Hesen Şêx Mistefa Boselî bihîst. Behî û serxweşiyê li malbata wî ya têkoşer dikin.

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat: “Xwedêyê mezin wî bi bihuştê şad bike û sebr û hedarê bide kesûkar û hevalên wî.”

Top