• Monday, 22 July 2024
logo

Fuad Husên: Biden Iraqê baş nas dike

Gulan Media November 28, 2020 Nûçe
Fuad Husên: Biden Iraqê baş nas dike
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên dibêje Serokê Amerîkayê yê hilbijartî Joe Biden Iraqê baş nas dike û diyar dike, “Em amade ne li gel îdareya nû peywendiyan pêş bixin.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Fraqê Fuad Husên li Moskowa paytexta Rûsyayê, bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re civiya.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên derbarê serdana xwe ya Rûsyayê ji Rûdawê amaje bi wê kir, di salên dawî de di peywendiyên Moskow û Bexdayê de sarbûnek hebû û got, “Diroka peywendiyên di navbera Iraq û Rûsyayê de digihîje Yekîtiya Sowyetê, armanca me ku têkiliyên di salen dawî de hatibûn sekinandin pêş bixin. Em di derbarê meselên siyasî yên Iraqê û Rojhilata Navîn de axivîn. Wek ku tê zanîn Rûs di Rojhilata Navîn de wek hêzek mezîn a aborî çalak in. Di heman demê de xwediyê têkiliyê baş in. Di heman demê de li gelek welatan hebûna wan a leşkerî heye. Armanca serdana me jî ew e; têkiliyan pêş bixin, li ser bûyerên Iraqê Rojhilata Navîn bisekinin.”

Husên got, tenê di sektora enerjiyê de rîjeya weberhênana Rûsyayê li Iraqê 13 milyar dolar e û “em dixwazin ku Rûs weberhênana xwe zêdetir bikin.”

Derbarê egera kirîna çekan ji Rûsyayê, Wezîrê Derve yê Iraqê dibêje, “Ev mijar di civînê de nehat rojevê. Lê di demek nêz de Wezîrê Berevaniya Iraqe dê serdana Rûsyayê bike. Yek ji mijarên ku ew ê di serdana xwe de li ser biaxivin jî dê mijara kirîna çekan be. Bê guman, dê mijarên din jî bên axavtin, mînak, wek perwerdehiya leşkerî û piştgiriya leşkerî. Me mesela çekan ji Wezîrê Berevaniyê re hişt, dê ew bi xwe bê van mesela biaxive.”

Derbarê peywendiyên Bexda-Washingtonê di serdana serokatiya Joe Biden jî Husên got, “Ev guhertina li Washingtonê giring e. Yên bên ser erkê bi cîhanê re têkiliyên wan hene û di destê teva de jî dosyeya Iraqê heye. Bidenê ku bûye Serokê Amerîkayê 8 sal wek cîgirê Obama, berpirsê dosya Iraqê bû. Ew bixwe ji tiştên ku li Iraqê diqewimin agahdar e. Berê jî dema hem senator hem jî cîgirê serok bu serdana Iraqê û Kurdisyanê kiriye. Kesê ku kiriye wezîrê derve hem dost hem jî ji rewşa Iraqê û Rojhilata Navîn agahdar e. Yên bên ser erk jî ji rewêşa Iraqê û Rojhilata Navîn agahdarin. Ji ber vê yekê, eger heye ku têkilî hêsantir bibin. Polîtîkaya Demokratan ya Rojhilata Navîn diyar e. Em jî amade ne ji bo ku têkiliyên xwe bi Washingtonê re xurt bikin. "

Rudaw
Top