DAIŞ keçên diçin dibistanê zorê “zewaca cîhadî” dikin
Çavkaniyekê li Mûsilê ji Rûdawê re ragihand ku rêxistina DAIŞê li bajêr, malên keçên ku diçin dibistana amadeyî diyar dike û paşê jî, zorê li wan dike da ku ew ji bo pêwendiyên zayendî yên demkî “zewaca cîhadî” qebûl bikin.
Herwiha heman çavkaniyê diyar kir ku îro balafirên şerî yên hevpeymaniya navdewletî, herêma Geyarê û Şewra bombebaran kirine û di encamê de jî 33 kes hatine kuştin û termên wan bîrine nexweşxaneya Mûsil.
Hat zanin ku piştî baran barinê cendeken, 60 kesên ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin girtin û ew xistine girtigeha Badûşê, serax bûne.
Rudaw