• Monday, 22 July 2024
logo

Îran: Em dê tola Fexrîzade hildin

Gulan Media November 28, 2020 Nûçe
Îran: Em dê tola Fexrîzade hildin
Muhsin Fexrîzade, ku roja Înê li Tehranê hate kuştin zanayekî navdar yê programa etomî û mûşekî ya Îranê bû. Ew Cîgirê Wezîrê Berevanî û berpirsê rêxistina lêkolîn û nûkirinê ya wê wezaretê bû. Serokerkanê hêzên çekdar yên Îranê jî gefa tolhildanê xwar.

Serokwezîrê Îsraîlê di Hezîrana 2018ê de, behsa rola girîng ya Fexrîzade di programa etomî ya Îranê de kir û got, Tehran di çarçoveya projeyekê de bi navê projeya Amed de dixwaze çekan çêke.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gotibû, “Beşeke sereke ya pilanê çêkirina rêxistineke nû jibo berdeamiya wê karî bû. Eva pilana Dr. Muhsin Fexrîzade, berpirsê projeya Amed bû. Ev nav li bîra we be, Fexrîzade. Wî fermanek derxist û got: Mebest ev e projeya Amed bigrin, lê piştre got: çalakiyên taybet di bin navê pêşxistina zanistê de wê bêne encamdan.”

Wezîr Berevaniya Îranê dibêje: Êrîş ji aliyê hejmareke çekdaran ve hatiye kirin û bi wê sedemê Fexrîzade birîndar bûye û piştre li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Emîr Hatemî, Wezîrê Berevaniya Îranê dibêje, “Di destpêkê de teqe li wê otombîlê hatibû kirin ku ew têde bû, piştî 15 çirkeyan otombîleke NISAN a tuje teqemenî bi dûriya 15 heya 20 metran dûrî otomlîla wî teqiyaye. Ev bûye jî bûne sedema birîndarbû û piştre şehîdbûna wî.”

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf jî ragihand, Amajeyên ciddî hene ku rola Îsraîlê di wê êrîşê de nîşan didin.

Şêwirmendê Rêberê îranê bo karûbarên serbazî, Hisên Dêhqan got, Îsraîlê bi piştgiriya Donald Trump ew kar encam daye.

Serokerkanê hêzên çekdar yên Îranê jî gefa tolhildanê xwar. Fermandeyê Giştî yê Supaya Pasdaran, Hisên Selamî jî got, Êrîş bi pilan û rênimayiya Îsraîlê hatiye kirin û ewê tolê vekin.

Rudaw
Top