• Monday, 22 July 2024
logo

Dest bi cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê hate kirin

Gulan Media November 28, 2020 Nûçe
Dest bi cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê hate kirin
beriya niha jî 6 hezar polîs bo deverê şandibû.
Duhê gava duyem jî hate avêtin.

Piştî ku di rojên derbasbûyî de hikûemta federalî ya Îraqê di çarçoveya rêkeftina normal kirina rewşa Şingalê de bo parastina sînorênavbera Îraq û Sûriyeyê li devera Şingalê de, 6 hezar polîsên federalî şandibû deverê, duhê înê jî hêzên polîs yên federalî weke pêngava duyem di nava bajarê Şingalê de dest bi ra kirina alaya aliyên nefermî li Şingalê kirin.

Di çarçoveya pêngava duyem de alaya çekdarên ser bi heşda şebî, YBŞ, hêzên parastina Êzidîxanê û alaya pkkê tên rakirin.

Artêşa Îraqê jî belav kiriye ku demek daye wan anliyên nefermî daku alayên xwe rakin lê eger ew alî alaya xwe ramekin vêdemê artêşa Îraqê dest deyne ser navend û baregehên wan.
Top