• Monday, 22 July 2024
logo

Naveroka serdana Fermandarê spaha Qudis bo Bexdayê eşkere bû

Gulan Media November 27, 2020 Nûçe
Naveroka serdana Fermandarê spaha Qudis bo Bexdayê eşkere bû
gotiye eger êrîş berdewam bin mimkune Amerîka êrîşî ser Îranê bike.
Bi nihênî serdana Bexdayê kiribû û civîn lidar xistibû.

Li gor zaniyariyên berdest, piştî demeke kêm ji êrîşên dawî yên komên çekdar yên ser bi Îranê bo ser devera Kesik ya li Bexdayê, Fermandarê spaha Qudis ya Îraqê Îsmaîl Qaanî serdana Bexdayê kiriye.

Di serdana han de yaku gelek nihênî bûye, Qaanî li mala Hadî Amerî ya li taxa Cadiriye ya Bexdayê li gel Fermandarên heşda şebî û komên din yên çekdar yên Îraqê ên ser bi Îranê civiyaye.

Di civînê de ku gelek serkirde û berpirsên wan komên çekdar jî têde beşdar bûne, Qaanî daxwaz ji komên çekdar kiriye ku heta Trump bi temamî dev ji desthilatê ber dide, nabe ti êrîşeke din bo ser devera Kesik anjî hêzên Amerîkî were pêkanîn jiber ku eger êrîşeke wisa pêk were mimkune Amerîka bersifeke dijwar bide.

Qaanî ji komên çekdar re gotiye ku fikarên Îranê hene ku eger êrîş berdewam bin vê demê Amerîka weke bersifdan, bi awayeke berfire êrîşî ser Îranê dike.

Top