• Monday, 22 July 2024
logo

Hijmara pêketiyan li Kurdistanê hêdî hêdî kêm dibe

Gulan Media November 27, 2020 Nûçe
Hijmara pêketiyan li Kurdistanê hêdî hêdî kêm dibe
17 kes jî canê xwe ji dest dane.
Di nava 24 seatan de 379 kes bi Koronayê ketine.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 379 kes bi Koronayê ketine û 392 kes jî baş bûne.

Wezaretê diyar kirine ku di nava heman demê de 17 kes jî canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Krudistanê bi giştî 95 hezar û 325 kes bi Koronayê ketine, 59 hezar û 32 kes baş bûne û 3 hezar û 78 kes jî canê xwe ji dest dane.
Top