• Sunday, 28 July 2024
logo

‘Piraniya kesên derengê şevê mey vedixwin zarok in’

Gulan Media November 16, 2014 Civakî
‘Piraniya kesên derengê şevê mey vedixwin zarok in’
Li gor amarên Polîsên Nehiştina Tawan ên Silêmaniyê, ji sedî 60’ê wan kesên ku derengê şevê mey vedixwin, zarok in û temenê wan ji 17 salan kêmtir e.

Di vê derbarê de Serokê Komisyonên Hevbeş ên Qeymeqamiya Silêmaniyê Soran Ebdulxefûr ji BasNewsê re got: ‘’Li ser daxwaza hevwelî xwediyên dikanên meyfiroş, firotina mey piştî saet 10’ê şevê hatiye qedexe kirin. Lê hevwekatiyan ev qedexe şaş fam kirine, di demekê de ku hêzên polîs û piraniya welatiyan ji meyvexwarina zarokan nîgeran in ku hê temenê wan negehiştiye 17 salan.’‘

Ebdulxefûr wiha axifî: ‘’Li gor amarê Polîsên Nehiştina Tawan, ji sedî 60’ê wan kesên ku piştî saet 11’ê şevê mey vedixwin, zarok in û temenê wan nagihe 17 salan. Mêjiyê wan xwe li ber wê hemû meyvexwarinê nagire û di encam de jî karên şaş û tawanan dikin.’‘

Piştî biryara qedexekirina meyfirotinê piştî saet 10’ê şevê li Silêmaniyê, hinek çalakvanan biryar rexne kirin û gotin ku evna sînordarkirina azadiya kesan e. Herwiha beşeke zêde ya welatiyan jî piştgiriya biryarê dikin.

Basnews
Top