• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Bajarê Seqiz keçeke xwendevan xwe kuşt

Gulan Media November 15, 2014 Civakî
Li Bajarê Seqiz keçeke xwendevan xwe kuşt
Xwendevana Kurd Sumeye Melekî (27) ku ji bajarê Seqiz ê Rojihilata Kurdistanê ye, di mala xwe de întîhar kir û dawî li jiyana xwe anî.

Li gor zanyariyên BasNewsê, heta niha sedema xwekuştinê nehatiye zanîn û hûrgiliyên zêdetir li ser vê bûyerê li ber dest nînin. Termê wê keçê jî bo pişkinînê bo Îdareya Pizîşkî ya Yasayî hatiye şandin.

Hêjayî gotinê ye, di heyama hefteyekê de, ev sêyem bûyera kuştin û xwekuştina keçên xwendevan ên Kurd e ku li bajarên Rojhilatê Kurdistanê diqewimin. Di hefteya borî de jî 2 xwendevanên Kurd li bajarên Urmiye û Kirmanşanê ji ber sedemên ne diyar hatin kuştin.

Basnews
Top