• Sunday, 28 July 2024
logo

Keçek 16 salî ya Kurd romanek li Fransa çap kir

Gulan Media November 7, 2014 Civakî
Keçek 16 salî ya Kurd romanek li Fransa çap kir
Cara yekê ye di dîroka wêjeya Fransa de, çapxaneyeke herî başa ya wî welatî , romana keçeke Kurd a temen 16 salî çap dike û li ser pitûkxaneyan belav dibe.

Çapxaneya Edilivre ku yeke ji çapxaneyên herî baş ên Fransa ye, romana keçeke Kurd çap dike, romana Memoire ku ji nivîsina xanim Rueiya ya temen 16 salî ye û ji dayîkbûya bajarê Silmaniyê ye ku heyama 10 salin li Fransa dijî, çiqas cihê kêfxweşiya xanim Rueiya bû , hewqasî jî cihê kêfxweşiyê çapxaneya fransî bû ku, tevî temenê biçûk karîbû serkeftinê bi rêya Flashback re û nûtirîn stîla nivîsînê û heta asteke kêm çîrokekê binivîse û bi vegerîn bo bîranînên ji dest dayî, destpêka çîrokê dest pê dike.

Romana Memoire ku, bi vegerîn bo têrmên zanistî derbarê nexweşiya (Alzheimre) hîn nehatiye çareserkirin biaxfe û ji despêkê û heta dawiya romanê ew diltengî û haletên derûnî diyar dike ku, kesê nexweş bi Alzheimre hêdî hêdî karîna xwe ya hizrî ji dest dide û nikare dost û hevalên xwe nas bike û nikare kontrola hastên xwe bike.

Ji aliyekî din ve, nikare rê bibe ser wan tiştên ku berê veşartibû û bi rêya dubarekirin û axaftina berdewam re dixwaze xwe ji wê piştrast bike ku, hemû tişt di bîra wî de ne, lê çiqas zêde biaxife û zêde bipirse zêdetir piştarst dibe ku, rûbirûyê çi derdên efsaneyî bûye û bi curekî ku kar bi cihekî dike, kesê bi nexweşiya Alzheimre ketiye guman xirabe reşbîne li hember her tiştekî û liba wî her kes baş dibe.

Xanim Rueiya bi kar kirin li ser vê têrma zanistî, jiyana du xaniman dibêje, du xanim di du temenên cuda de ku, çarenivîsa wan bi curekî ji curan rûbirûyê van tirecîdiyan bûne û li hember vî derdî weha bîr dikin ku, dibe her yek ji van du xaniman, du curên jiyana taybet jiyan bin ku, ne hesane bikaribin bo wan bêje.

Xanim Aengi temen 60 salî ye û xanim Rose temen 30 salî ye, her du kesayetiyên serekî yên vê pirtûkê ne ku, dibin çavdêriya berdewam ya pizîşkan de ne û bi curekî hişiyarin li hember wan nexweşiyê ku hindik hindik rûbirû dibin, lê bi du vîn û xwenên cudane.

Basnews
Top