• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Kelekçî şer derket: 2 kuştî û 4 birîndar bûne

Gulan Media October 28, 2014 Civakî
Li Kelekçî şer derket: 2 kuştî û 4 birîndar bûne

Li bajaroka Kelekçî a ser bi parêzgeha Duhokê şer di navbera 2 malbatan de derketiye û di encamê de 2 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Jêderekê agahdar li bajaroka Kelekçî a ser bi qeza Şêxan a parêzgeha Duhokê ji Xendanê re ragihand: Berya niha bi kêlîkekê di navbera du malbatên akinciyê bajarokê de şer derketiye.

Wê jêderê got: Pêştir pirsgirêkên herdu malbatan li ser wekaleta otombêlê hebûye û di çend rojên borî de çendîn car şerê hevûdu kirine.

Jêderê got: Îro her du malbatan dest avêtine çekan û teqe lihev kirine û di encamê de 2 kes hatine kuştin û 4 kesên dinê jî birîndar bûne.

Xendan
Top