• Sunday, 28 July 2024
logo

“Qatilê” Kawe Germiyanî bi cezayê îdamê hat mehkûmkirin

Gulan Media October 27, 2014 Civakî
“Qatilê” Kawe Germiyanî bi cezayê îdamê hat mehkûmkirin
Tohmetbarê kuştina rojnamevanê kurd Kawe Germiyanî bi cezayê îdamê hat mehkûmkirin.

Birayê rojnamevanê kurd Kawe Germiyanî, Karwan ji Rûdawê re got, di rûniştina îro ya dadgehê de tohmetbarê kuştina Kawe yê bi navê T.X. bi cezayê îdamê hat mehkûmkirin.

Karwan da zanîn ku tohmetbarekî din jî hat berdan.

Birayê Kawe Germiyanî ji darazê xwest, hemû tohmetbarên dosyaya kuştina birayî wî bên cezakirin.

Rojnamevanê kurd ê Başûrê Kurdistanê Kawe Germiyanî, roja 5ê Kanûna par li bajarokê Kelarê yê Başûrê Kurdistanê li ber deriyê mala xwe hatibû kuştin.

Rudaw
Top