• Sunday, 28 July 2024
logo

Bi Kurdî Kovara Tendurîstiyê Derket!

Gulan Media October 5, 2014 Civakî
Bi Kurdî Kovara Tendurîstiyê Derket!
Kovara bi navê Medya Tenduristî, di warê tendurîstîyê de bi zaraveyên Kurmancî, Soranî û Zazakî dest bi weşanê kir.

Kovara Medya Tenduristî ku, li bajarê Diyarbekirê tê çapkirin, bi hemû zaraveyên Kurdî dê xizmeta gelê Kurd bike. Hejmara yekemin a Kovara Medya Tendurîstî ji bo piştgirîya Şengal û Kobanê bi navê “Şer û Trawma” hat çapkirin.

Xebatkarên kovara medya tenduristî di avahîya Cemîyata Rojnamevanan de civîneke çapemeniyê saz kirin û derbarê kovarê de daxuyanî dan çapemenîyê. Li ser navê xebatkarên kovara Medya Tendurîstî Lokman Aydogan anî ziman ku, êdî zimanê Kurdî di her qada jîyanê û zanistî de pêş dikeve û hebûna xwe wê di raya giştî de jî bide hîs kirin.

Aydogan axaftina xwe weha domand: “Kovara me Medya Tendurîstî, bi herdû zaravayên Kurdî, Kurmancî û Soranî û her wiha bi zimanê Tirkî di qada tenduristîyê de dest bi weşanê kiriye, bê emsal e. Kovara me wê di qada tendurîstîyê de xizmeta zimanê Kurdî bike; wê him li Bakurê Kurdistanê û him jî li Başûrê Kurdistanê ji aliyê xwendevanan ve were xwendin.”

Aydogan ji BasNewsê re jî ragehand ku, Kovara Medya Tendurîstî dê ji bo doktorên Bakurê Kurdistanê jî bibe wek çavkaniyekê û wiha pêde çû: “Bi taybetî wê ji bo Bakurê Kurdistanê bingeheke baş ava bike. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê Soranî di warê tibbê de bipêş ketiye. Li wir beranberiyê wan peyvên lîteratûra latînî an bijîşkî hene. Lê belê, li Bakurê Kurdistanê ev tune. Ji ber vê jî ev kovar wê bibe bersivek. Ew ê him di qada tenduristiyê de, him jî di navbera nexweş û doktoran de bibe pirek. Ji ber ku ev dê li hemû nexweşxaneyan bê belavkirin.”

Aydogan eşkere kir ku ji bo meşandina xebatên kovarê lijneyeke weşanê ku ji 50 kesî pêk tê û di nav de doçent, profesor û bijîşkên pispor hene hatiye ava kirin û ji bilî vê lijneyeke şêwirmendiyê jî heye ku ji 12 kesan pêk tê. Ji wan 5 kes profesor in, 7 kes jî doçent in.

Kovara Medye Tendurîstî dê mehane bê çapkirin û her wiha her heyv dê li ser mijareke nû rawestin. Aydoğan di derbarê naveroka kovarê de jî got: “Bi taybetî wê li ser nexwaşiyên ku civata Kurdan bi wan re rû bi rû dimînin bê nivîsîn. Û herweha, wê di her mehekê de mijareke me jî hebe. Wek mînak me di vê hejmarê de mesela Şengal û Rojava wek mijar hilbijart û em hejmara xwe ya yekemîn jî diyarî gelê Şengalê, Rojava û bi taybetî Kobanê dikin. Ji ber vê jî wê her meh mijar û hevpeyvînên me yên li ser nexwaşiyên ku Kurd û gelên Rojhlata Navîn bi wan re rû bi rû dimînîn cîh bigrin.”

Di kovarê de wê beşên; tendurîstîya dev û didana, parêz û xweyîbûn, cerrahiya mêjî marîpişt û rehik ê, çerm, nexweşî û tenduristîya zarokan, derûniya zarokan, derûnî, nexweşîyên hundirîn, nexweşîyên enfeksiyon û qlînîka mîkrobîyolojî, tedawîya fîzîk û rehabîlîtasyon û cerahîya giştî dê cîh bigrin.

Pereyên ku di firotina kovarê de bên bi dest xistin jî, wê ji bo koçberên Şengal û Kobanê bên serfkirin û herwiha hejmara yekemîn, wê li hemû nexweşxaneyên Bakur û Başûrê Kurdistanê cîhê xwe bigire.

Basnews
Top