• Sunday, 28 July 2024
logo

Jineke Kurd bû nûnera mafê jinan

Gulan Media September 24, 2014 Civakî
Jineke Kurd bû nûnera mafê jinan
Li Beyrûdê di merasîmekê de rojanamevan û Seroka Rêxistina Estêre ya Zarokan Seyran Salih ji aliyê Navenda Ereb-Ewropa ya Mafê Mirovan û Yasayên Navdewletî ve wek Nûnera Mafê Jinan li Kurdistan û İraqê hat hilbijartin.

Derbarê wergirtina nûnertiyê de Seyran Salih ji BasNewsê re got: ‘‘Di meha 2 ya 2014’ê ji aliyê Navenda Erebi-Ewropî ya Mafê Mirov û Yasayên Navdewletî ve ji ber kar û çalakîyên min, li ser asta Kurdistan û İraq wek jina yekem hatim hilbijartin û bûm endamê wê navendê. Baregehê serekî yê wê navendê li Norvêçê ye. Ez ji nav çendîn kesên din yên Ewropî û Erebî hatim hilbijartin û niha jî ji aliyê heman navendê ve wek Nûnera Mafê Jinan li hemu İraq û Kurdistanê hatim destnîşan kirin.”

Seyran Salih wiha axifî: Şevê din di şahiyekê de li Beyrûda paytexta Lubnanê ku rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîr û çalakvanên sivil ên Ewrupî û Erebî beşdar bûn, ez wek Nûnera Mafê Jinan û Zarokan li hemû İraq û Kurdistanê hatim destnîşan kirin.”

Çalakvana Jin Seyran Salih axaftina xwe wiha qedand: ‘‘Ez dixwazim spasîya Sekreterê Giştî yê Navenda Erebî-Ewropî ya Mafê Mirov û Yasayên Navdewletî Eyhan Caf bikim. Ji ber ku baweriya wan bi min hat û ez wek nûner hatim hilbijartin. Ez jî soz didim ku ezê zêdetir kar bikim ji bo xizmet kirina jin û zarokan.”

Basnews
Top