Rêjeya zewicandina keçên 13-16 salî ji sedî 80yê
![Rêjeya zewicandina keçên 13-16 salî ji sedî 80yê](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/67233Image1.jpg )
Seroka Yaka-Koopê Gulmay Gumuşhanê ji Rûdawê re ragihand ku di çarçoveya projeya “Ji Bûkên Zarok re Na” li çar taxên Wanê li ser zewicandinê lêpirsîn kirine.
Gulmay Gumuşhanê got, “Li hin texa temenê zewicandinê 13-19yê. Keçên temenên wan bûyîn 21, nav gel wek keçên di mayîn mal de tê dîtin û loma kirin. Rêjeya keçên 13-16 salî tên zewicandin %80yê.”
Gumuşhanê îdia kir ku keçen zû dizewicin hemû dûçarê tundiyê dibin û wiha got:
“Xaletekê ji me re got ew 13 salî zewiciyê û xwesiya wê serê wê dişûşt. Mer û xwesiya wê li wê dixin û ew jî normal dibine. Ji me re got piştî çend salan pê hesiyayê ne tiştekê normale. Gelek ji bi vî avayî dûçarê tundiyê mane.”
Seroka Yaka-Koopê Gumuşhanê da zanîn zewicandina zû dibe sebeba fikara û wiha domand:
“Di heman dema lêpirsinan de me zanî pirsgirêken zarokên, keçên zû zewicin hene. Hinek hêj dayîk nebûyîn mirinê û hinek jî seqet ji dayîkbûne.”
Rudaw