• Sunday, 28 July 2024
logo

Metirsiya derketina nexweşiya kolera heye

Gulan Media September 17, 2014 Civakî
Metirsiya derketina nexweşiya kolera heye
Wezareta Tendirûstiyê ya Herêma Kurdistanê ragehand ku li tu kampeke koçberên ên Herêma Kurdistanê nexweşiya kolera nîne lê metirsiya belavbûna wê nexweşiyê li derveyê kampan heye.

Çend roj dibe tê îdîakirin ku li Kampa Domîz a koçberan ku taybet e bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê, nexweşiya kolera belav bûye û vêna jî tirs xistiye dilê welatiyên Herêma Kurdistanê.

Di vê derbarê de Berdevkê Wezareta Tendirûstiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir ji BasNewsê re ew îdîa red kir û got: ‘’Ew îdîa nerast e ku qaşo nexweşiya kolera belav bûye, lê metirsiya belavbûna wê nexweşiyê li kampan kêmtir e, ji ber berdewam em çavdêriya rewşê dikin daku li kampan tu nexweşî belav nebin.’‘

Xalis Qadir wiha axifî: ‘’Metirsiya belavbûna wê nexweşiyê li derveyê kampan heye. Sedem jî ew e ku gelek koçber li cihên nemaqûl hatine bicîhkirin, loma metirsiya belavbûna nexweşiyê heye, gelek ji wan di nav hinek avahiyan de bicîh bûne ku tu xizmeta tendirûstiyê nagihe wan, evna jî metirsiyê zêdetir dike ku nexweşî belav bibe.’‘

Nexweşiya kolera di dema guherîna demsalan de belav dibe û jiyana kesên bi wê nexweşiyê dikevin dixe metirsiyê. Sala borî ji ber vê nexweşiyê li Herêma Kurdistanê çend welatiyan canê xwe ji dest dan. Ew nexweşî ji ber pîsbûna avê li cihên giştî digihe mirov.

Basnews
Top