• Sunday, 28 July 2024
logo

Xêliya “Bûka Zagrosê” diçilmise!

Gulan Media September 13, 2014 Civakî
Xêliya “Bûka Zagrosê” diçilmise!
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di serdana xwe ya Îlamê de soz dabû çareyekê ji hişkbûna daristanên darên Berrûyê yên wê parêzgehê re bibîne lê tê gotin ew bûdceya ku Rûhanî ji bo wê yekê terxan kiribû bûye “birq û birûsk”.

Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê bi sedan hezar donim daristanên darên Berrûyê ber bi tinebûnê ve diçe.

Lê dema Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî serdana wê parêzgehê kir bi neçarî jî be soz da ku bûdceyekê ji bo çareserkirina hişkbûna darên Berrûyê yên Îlamê terxan bike.

Rêveberê Giştî yê Çavkaniyên Sirûştî yê Îlamê Xeyrullah Azerkirdar, li ser vê mijarê ji mehrnewsê re got, derdora 8 milyar tûmen (nêzîkî 3 milyon dolar) bûdce hatiye terxankirin lê heta niha me rengê pere û bûdceyê nedîtiye.

Heyamekê Îlam wek “Bûka Zagrosê” dihat naskirin lê mixabin niha bûye goristana darên Berrûyê.

Çalakvan û jîngehparêzên îlamî dibêjin, li vir darên Berrûyê li ser piyan dimirin û ajelên kovî ji ber vê rewşê ketine rewşeke tengav lewma eger çareyek ji van arîşeyan re neyê dîtin ev çîroka xemnak dê seranserî Zagrosê bigire.


Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 640 hezar donim daristan heye ku %90 ji wan daristanan li ber tinebûnê ye.

Li gorî agahiyên Navenda Parastina Jîngehê ya Îlamê, %10 ji daristanên Îlamê yanê 640 donim bi temamî hişk bûne.


Pisporên jîngehê dibêjin, ew toza ku ji Iraqê re derbasî Îlamê dibe her wiha nexweşiya bi navê Lorantûs, kêmbûna baranê, germbûna hewayê dibin sedema hişkbûn û tinebûna daristanên wê deverên ne.


Çalakvanekî îlamî li ser nexweşiya daristanên Îlamê wiha dibêje: “Mirov êdî bi çavên xwe jî dibîne ku daristan nexweş in. çimkî êdî mîna her car serfiraz nînin. Dema tu li daran dinêrî dilê te dêşe, ti ajelek tê de nayê dîtin, tu dibêjî qey mirî ye.”

Rudaw
Top