Hezar jinên Kurd ên Êzdî li bazarên Mûsil û Sûriyê hatine firotin
![Hezar jinên Kurd ên Êzdî li bazarên Mûsil û Sûriyê hatine firotin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/ezıdıtalan32452.jpg )
Berdevkê bi navê Kurdên Êzdî Seîd Beg Mûrad, li bajarê Necefê serdana merce’ê bilind ê Şîeyên İraqê Ayetullah Elî Sîstanî kir. Di hevdîtinê de Seîd Beg Mûrad, behsa rewşa Kurdên Êzdî kir ku koçber bûne û gelek ji wan ji aliyê DAİŞ’ê ve hatine revandin.
Mûrad di civîneke çapemeniyê de got: ‘’Çekdarên DAİŞ’ê zêdeyî 3000 welatiyên Êzdî kuştine, evna hejmareke rast e û zêdetire jî. Herwiha wê rêxistina radîkal zêdeyî 5 hezar jinên Kurd ên Êzdî revandine û zêdeyî 400 hezar kes jî koçberî bajarên Hewlêr, Dihok, Zaxo û Silêmaniyê yên Herêma Kurdistanê bûne.’‘
Mûrad axaftina xwe wiha qedand: ‘’Niha 1000 jinên Kurd ên Êzdî ji aliyê çekdarên DAİŞ’ê ve li bazarên Mûsil û Sûriyê hatine firotin, di heman demê de jî çarenivîsa zêdeyî 1500 jinan jî nediyar e, ew jin jî rûbirûyê gelek tiştên nebaş û kirêt bûne.’‘
BasNews