• Sunday, 28 July 2024
logo

Jana keçeke Êzîdî li jêr destê DAIŞ de, çîroka Mayat

Gulan Media September 10, 2014 Civakî
Jana keçeke Êzîdî li jêr destê DAIŞ de, çîroka Mayat
Keçek Êzîdî ku ji aliyê dewleta îslamî DAIŞ ve hatibû desteser kirin, behsa çîroka xwe li jêr desthilata DAIŞ dike ku çawa bi awayekî dûr ji hemû exlaqê û pîvanên mirovî destdirêjiya wan hatiye kirin.

Mayat, navê ew keça Êzîdî (ne navê rasteqîne ye) a 17 salî ye ku roja 3 tebaxê 2014 di êrişa çekdarên DAIŞ li navçeya Şengalê hatibû revandinê ye û heya niha jî liba DAIŞ girtiye.

Keça Êzîdî Mayat hinekî zimanê ingilîzî dizanê û niyeta wê ew bû ku li derveyî welat xwendina xwe temam bike. Ji aliyê çekdarên DAIŞ ve rê jêre hate dayîn ku pêwendî li gel mala xwe bike, lê ew pêwendiye cudaye ji ew pêwendiyên her keçekî dûrî welat ku li gel malbata xwe dike, çûnkî çekdarên DAIŞ, Mayat neçar kirine wê pêwendiyê bike û behsa destdirêjiya ku ji aliyê çekdarên DAIŞ ve li ser hatiye kirinê bike.

Mayat dibêje: Ji bo ku zêde me eşkence bikin em neçar dikirin ku pêwendî li gel malbatên xwe bikin û bi hûrgilî behsa destdirêjiya li ser me hatiye kirin bikin.

Dayîk û bavê Mayat ku niha penaberin, hejmara telefona keça xwe dane rojnamevanekî Îtalî bi navê (Italian paper La Repubblica).

Di çavpêkeftinekê de ku rojnameya Îtalî li gel Mayat de encam daye, keça Êzîdî ku nexwestiye navê xwe yê rasteqîne belav bikin ragihandiye: “Ez gelekî ji tiştê anîne serê me şerm dikim.”

Mayat dibêje: Gelek caran hezdikim bimrim û min binax biin , car jî heye ku ez hêvî dikim ez rizgar bibim ku carekî din malbata xwe hembêz bikim.

Nêzîkî 40 keç û jinên Êzîdî ku bi gotina Mayat temenê wan di navbera (12- 30) salî dene ji aliyê çekdarên DAIŞ ve hatine revandin û li cihekî nayê zanîn de ne.

Dema ku rojnamevanê Îtalî jê dipirse ku çekdaran çi li wan kiriye, Mayat weha bersiv daye: Çi li me dikin? Ez gelekî şerm dikim behsa wê bikim, bi rastî nizanim çawa behsa eşkencekirina xwe bikim.

Di wê hevpeyvînê de Mayat behsa wê yekê kiriye ku çekdarên DAIŞ li çend xaniyekî girtîne û bi hûrgilî çavdêriya wan dikin. Keça Êzîdî gotiye: 3 odeyên gelekî tirsinak hene ku destdirêjiya seksî têde encam didin, gelek caran di rojekê de çend çekdarekî destdirêjiya seksî dikin ser yek keçê.

Mayat behsa wê yekê jî kiriye û dibêje: Eger hewla berevanîkirina li xwe bikin, me ditirsînin û me eşkence dikin , ku mirov dixwaze bimre. Her weha gelek keçan hewla xwekuştinê dane.

Mayat weha dawî li axaftina xwe tîne û dibêje: Wan dawî li bedena min anîne û niha jî mijûlin ku ruhê min bi dawî bînin.

Jêder: The Independent
Xendan
Top