• Sunday, 28 July 2024
logo

Hunermend Baran: Ez kurd im, ne fars im

Gulan Media August 29, 2014 Civakî
Hunermend Baran: Ez kurd im, ne fars im
Stranbêj Baran got, ji ber ku hunermendên kurd piştgirî nedane wê, stranên farsî stiriye, lê ew bixwe kurd e û ji Mehabadê ye.

Hunermend Baran di cîhana mûzîkê de wek stranbêjekê fars tê zanîn. Lê Baran got, ew bi xwe ji rojhilatê Kurdistanê ye û Mehabadê ye.

Hunermenda navdar Baran, tevî malbata xwe di biçûkatiya xwe de koçberî welatê Kenedayê bûye û piştre jî li bajarê Los Anglesa Emerîkayê bicih bûye.

Baran ji Rûdawê re got, ji ber bi farsî distire ew wek faris tê nasîn û domand, “Ji ber vê yekê min biryar da ku dev ji stranbêjiyê berdim. Bo min klîp pir girîng e. Di klîpê de gotinên stranê tên dîtin. Klîp çiqas kurt be jî, di warê dayîna mesajê de pir bibandor e.”

Rudaw
Top