• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Ormiyê rêjeya telaqê %40 zêde bûye

Gulan Media August 27, 2014 Civakî
Li Ormiyê rêjeya telaqê %40 zêde bûye
Li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, rêjeya telaqdana jinan li gorî par %40 zêde bûye: Rojê 15 jin û mêr ji hev cuda dibin.

Li gorî amar û agahiyên Navenda Tomarkirina Zewac û Telqaê ya Ormiyê, her ku diçe rêjeya telaqdanê li parêzgehê zêdetir dibe.

Sala 1996an li Îranê tenê 38 hezar telaq hatiye tomarkirin lê ev rêje piştî 10 salan 2.5 caran zêde bûye û gihîştiye 100 hezar telaq.

Li gorî amarên fermî, di serdema serokomariya Mehmûd Ehmedînejad de ne tenê rêjeya enflasiyonê, bêkariyê, girtinên siyasî li wî welatî zêde bibû lê hêlûna jiyana gellek jin û mêran jî li ber bayê telaqê çûbû.

Di sala dawî ya serokomariya Ehmedînejad de herî kêm 159 hezar telaq li seranserê Îranê hatibû tomarkirin.

Berpirsê navenda tomarkirina zewac û telaqê ya Ormiyê ragihandiye tenê di 6 mehên borî de hezar û 849 telaq hatiye tomarkirin ku ev jî nîşan dide rêjeya telaqê li gorî par %40 zêde bûye.

Wî rayedarê parêzgehê gotiye ku rêjeya telaqê li gundên Ormiyê kêm bûye lê li bajaran her ku diçe zêde dibe.

Li gorî pisporên civakî û malbatê, sedemên mîna bêkariyê, belengaziyê, nexweşiyên civakî yên mîna bikaranîna madeyên hişber sedemên serekî yên cudabûna jin û mêran in.

Rudaw
Top