• Sunday, 28 July 2024
logo

Di nav welatên îslamî de herî zêde îranî pereyê xwe li derveyî welêt xerc dikin

Gulan Media August 23, 2014 Civakî
Di nav welatên îslamî de herî zêde îranî pereyê xwe li derveyî welêt xerc dikin
Derket holê ku di nav welatên îslamî de herî zêde îranî pereyê xwe li derveyî welatê xwe xerc dikin.

Li gorî raporeke Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê yê Dubaiyê ku derheqê xerc û dahata tûrîzmê ya sala 2012an de hatiye belavkirin, îraniyan wê salê 18.2 milyar dolar pere li derveyî welatê xwe xerc kirine.

Bi vî awayî Îran di warê xerckirina pereyan li derveyî welatî di nav welatên îslamî de yekem e.

Xelkê Erebistana Siûdî jî sala 2012an 17 milyar dolar li derveyî welatê xwe xerc kirine û di rêza duyemîn de ne.

Malbatên îmaratî jî bi xerckirina 10.1 milyar dolar li derveyî welatê xwe di rêza sêyem û Kuwêytî jî bi 7.4 milyar dolaran dê rêza çaremîn de ne.

Di rapora Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Dubaiyê de hatiye gotin ku tûrîzma malbatê %12.5 ji tûrîma giştî ye her wiha pereyê ku malbatan li derveyî welatê xwe xerc kirine sala 2012an 137 milyar û sala 2013an jî 140 milyar dolar bûye.

Tê pêşbînîkirin ku xercê tûrîzma malbatê sala 2018an bibe 181 milyar dolar.

Rudaw
Top