Kurê xwe yê bi dewamî jin direvandin kuşt
![Kurê xwe yê bi dewamî jin direvandin kuşt](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/kushtindemcc59876094.jpg )
Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê ji şêniyên wir standî, li Taxa Gultepe ya Qerqeliyê Muhammet Dogu, 4 caran hewla jinrevandinê da. Bi biryara mezinên malbatê, her carî jin radestî malbatên wan kirin.
Lê belê vî kesî, vê carê jî jineke xwedîmêr revand û bir mala mirovekî xwe.
Çawa ku bavê wî Fariz Dogu mesele bihîst, di heman rojê de jin radestî malbata wê kir. Piştî bûyerê gengeşeyek navber bav û kurî de derket û Fariz Dogu bi tifinga nêçîrê gule berdan kurê xwe.
Muhammet Dogu birîndar bû û cih de jiyana xwe ji dest da. Fariz Dogu jî radestî hêzên ewlehiyê bû.
Dadgehê biryara girtina Fariz Dogu da.
Qerqelî ya navçeya Wanê ya Bakurê Kurdistanê li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê (Îran) ye.
Rudaw