• Sunday, 28 July 2024
logo

Li bajarê Hewlêrê bavekî kurê xwe di xewê de kuşt û got “ez nepoşmanim”

 Li bajarê Hewlêrê bavekî kurê xwe di xewê de kuşt û got “ez nepoşmanim”
Li bajarê Hewlêrê bavekî kurê xwe di xewê de kuşt û got “ez nepoşmanim”

Rêveberê ragihandina polîsên Hewlêrê, Karwan Ebdulkerîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re wiha ragihand: “Demjimêr 5ê serê sibehê kesek bi navê R.E.M (50) xwe radestî binkeya polîs kir û mikur kir ku kurê xwe yê bi navê R. (20) kuştiye.”

Karwan Ebdulkerîm da zanîn ku R.E.M li wê yekê jî mikur hat ku dema kurê wî R. razabû, bi pîrketê li pişta wî da û ew kuşt.

Bûyer li taxa Rastî li bajarê Hewlêrê çêbûye, zêdetir jî rêveberê ragihandina polîsên Hewlêrê got:“Di dema li xwe mikur hatinê, R.E.M ragihandiye ku kurê wî ligel wî gelek xirab bû û hebên hişbir dixwarin. Li ber vê, şeva borî jî li ser kirîna otomobîlekê şer kiribûn.”

Li gor gotina rêveberê ragihandina polîsên Hewlêrê, R.E.M gotiye: “Li ser kuştina kurê xwe ez ne poşmanim û ez rihet bûm.”

Rudaw
Top