• Sunday, 28 July 2024
logo

Jiyana jinên sûrî yên koçber di metirsiyê de ye

Jiyana jinên sûrî yên koçber di metirsiyê de ye
Rêkxistina Neteweyên Yekbûyî taybet bi penaberên Sûriyê ragihandiye ku zêdetirî 145 hezar malbatên koçber ên Sûriyê li Misir, Libnan, Iraq û Urdunê nîştecih bûne û karûbarên wan têne birêvebirin, girîngî bi rewşa wan tê dayîn û çavderiya wan tê kirin, lê belê yên mayîn ji ber girîngîpênedanê, zor û zehmetiyeke zêde dikşînin.

Vê rêkxistinê raportek derbarê penaberên Sûriyê de amade kiriye ku tê de balê dikşîne ser rewşa jinên koçber û dibêje ku jiyana wan di metirsiyê de ye û ew rûbirûyê gelek pirsgirêkan dibin.

Raport di encama hevdîtina rû bi rû ya ligel 135 jinên koçber hatiye amadekirin.

Berpirsê komîsyona bilind ya Neteweyên Yekbûyî Antonyo Guters dibêje “Me ev rapirsî kiriye ku hejmara wan jinan diyar dike yên ku hevserên xwe wenda kirine û niha li gel zarokên xwe û beşek ji endamên malbata xwe bi hev re dijîn û zehmetiyeke mezin ji ber vê yekê dibînin”.

Li seranserê Rojhilata Navîn bi hezaran jinên sûrî hene ku êş û azareke mezin dikşînin ji ber ku hevserên xwe wenda kirine û di nava civakê de weke jinebî jiyana xwe didomînin.

Niha vê rêkxistinê berpirsiyariya beşekî pir ji van malbatan girtiye ser xwe ku mêrên wan di dema şerê Sûriyê de hatine kuştin, girtin, yan jî malbatên xwe hiştine û wenda bûne.

Zehmetiya herî mezin ku ev jin dikşînin, kirêya mehane ya xaniyan, dabînkirina xwarinê û pêdawîstiyên serekî yên jiyana rojê ne.

Dema kar jî dikin, karbidest li beramberî karekî pir, pereyekî pir kêm didine wan.

Antonyo Guters ragihand ku bi şêweyeke berbiçav diyare kû ev jin azarê dikşînin û herweha di raporekê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku beşek ji van jinan neçarin ku zarokên xwe bişînin kar ji bo bidestxistina pereyekî pir kêm.

Guters dibêje “Rêya çareserkirina vê pirsgirêkê ewe ku bi kêmanî 200 milyon dolarên amerîkî ji bo van malbatan werin terxankirin”.

Rudaw
Top