• Sunday, 28 July 2024
logo

Kurde,100 sale rojî digre

Kurde,100 sale rojî digre
Kalekî bajarê Bazîdê a bakûrê Kurdistanê bi navê Îsa Cengîzê temen107 salî ye û xwedî 14 zarok û 77 nêviyan e, 100 sal e ku bêyî navber rojî digre û nimêj dike.

Li gor nûçeyeke ajansa Anadolê, Îsa Cengîz 106 sal berê digel malbata xwe ji Êranê hatiye û li taxa Ehmedê Xanî bi cih bûye. Cengîz got ku her tim Qur'ana Pîroz dixwîne û ji bo kirina nimêjê jî diçe mizgefta ku ji mala wî dûr e.

Cengîz got ku di 100 saliya xwe de çûye (Hecê) û di 104 saliya xwe de jî çûye umrê û wiha dewam kir: "Ez ji 7 saliya xwe vir ve rojî digrim. Heta niha min di hemû mehên Remezanê de rojî girt. Ez di xwarin û vexwerina xwe de tim baldar im. Tiştên organîk dixwim."

Cengîz got ku ew her çiqas kal jî bûbe dikare rojiyê bigre û ev yek zorê nadê. Cengîz got ku ew her roj genim dide mirîşkên xwe, ji xebatê hez dike.

Cengîz got :"Min Ataturk jî dît, hêj ciwan bû. Sakoyekî dirêj lê bû. Dema Ermen û Rûs li herêmê bûn, min ew jî dîtin. Dema Ermen û Rûsan li herêmê rêya hesin çêkir jî min dît."

Cengîzê ku tirba Ehmenê Xanî ziyaret kir, li vir digel nêviyên xwe107emîn rojbûna xwe pîroz kir.

Xendan
Top