• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Tirkiyê di şeş mehan de 139 jin hatine kuştin

Li Tirkiyê di şeş mehan de 139 jin hatine kuştin
Partiya Komara Gel (CHP) pirsnameyek ku ji 12 xalan pêk tê, derbarê pirsgirêka kuştina jinan de li Tirkiyê pêşkêşî Parlamentoyê kir û xwest ku Wezareta Malbat û Civakê bersiva wan pirsan bide.

CHPê di pirsnameya xwe de dibêje, di nav 6 mehan de 139 jin çi bidestê mêrên xwe û çi bi destê malbatê hatine kuştin û tenê di meha Hezîranê de 18 jin hatine kuştin, lê rêjeya mezin dema ku jin xwestine ji mêrên xwe cuda bibin bi destê mêrên xwe hatine kuştin.

Partiya CHPê ji hikûmetê xwest ku bersiva wan pirsan bide, ka hikûmet di 11 salan de ji bo parastina jinan ji kuştin, tundî û destdirêjî, û rê girtin li pêş zwecandina keçên temen biçûk çi kiriye û çi yasa derbarê parastina wan de derxistiye, û sedemên van bûyeran çiye, bi de parlamento û gelên Tirkiyê.

Wek tê zanîn di van demên dawî de li Tirkiyê bûyerên kuştina jinan gelek zêde bûye, û bajarê hejarî zêde ew bûyer jiyan kirine Stembolê, û Edenê ye.

Rudaw
Top