• Sunday, 28 July 2024
logo

Jiyana bêtir ji 6 milyon zarokên Sûrî di metirsiyê de ye

Jiyana bêtir ji 6 milyon zarokên Sûrî di metirsiyê de ye
Pirsa pêşkêşkirina alîkariyan bo zarokên Sûriyê carek din dikeve rojevê de, di vê barê de jî rêxistinên navdewletî hişiyariyê ji kêmbûna alîkariyan didin.

Rêxistina Zarokan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve (UNICEF) ragihand ku pêwîstiya bêtir ji 6 milyon zarokên Sûrî bi alîkariya heye.

Berdevkê UNICEF di konfraneskî rojnamevanî de li Cenêvê hişiyarî ji kêmbûna alîkariyan bo zarokên Sûriyê da û ragihand ku eger alîkariyên darayî kêm bibin dê alîkarî jî bo wan zarokan kêm bibe.

Berdevkê UNICEF derbarê hejmara zarokên Sûrî de yên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye aşkere kir ku pêwîstiya bêtir ji 6 milyon û 500 hezar zarokên Sûrî bi alîkariya mirovî heye.

Herwiha rêxistinê diyar kir ku wê di vê salê de 770 milyon dolar xwestibû bo alîkariya zarokan li Sûriyê, lê heta niha tenl 37% ji wan pereyan hatine dest wê.

Ji aliyek din ve, berdevkê UNICEF diyar kir ku 5 milyon zarok li Sûriyê dimînên û yên din jî li welatên derdorê penaber bûne.

Roja 10.04.2014, UNICEF di raportekê de ragihand ku şerê ev 4 salin li Sûriyê berdewam dike, bandora xwe li ser 5 milyon û 500 hezar zarokên Sûrî kiriye.

UNICEF di raporta xwe de diyar kir ku rêjeya zarokên ku li Sûriyê bûne qurbanî ya herî bilinde di şerên ku vê dawiyê li wê herêmê qewimîne. Li gor datayên Neteweyên Yekbûyî, ne kêmtirî 10 hezar zarok di şerê Sûriyê de hatine kuştin, lê UNICEF dibêje, dibe ku hejmara rast gelekî zêdetirî vê hejmarê be.

Di raporta UNICEFê de hatiye gotin ku 2 milyon zarokên Sûriyê pêwîstiya wan bi şêwazekî alîkariyê yan jî çareseriya derûnî heye. Bi giştî şerê li wî welatî bandora xwe li ser 5 milyon û 500 hezar zarokên Sûriyê kiriye, hinek ji wan Ii hundir Sûriyê dijîn û yên din li derve bûne penaber. Herwiha gelek zarokan dest ji xwendinê berdane ji bo ku kar bikin û ew jî di peydakirina ebara malbatên xwe de alîkariyê bikin.

Rudaw
Top