Li Şirnexê keçeke kurd a Rojava rastî destdirêjiyê hat
![Li Şirnexê keçeke kurd a Rojava rastî destdirêjiyê hat](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/53007Image1.jpg )
Keça bi navê N.H.A. (14 salî) ya Rojavayê Kurdistanê ku bavê wê ji aliyê çekdarên îslamî yên radîkal ve hatiye kuştin, demekî beriya niha ji Qamişlo derbasî Nisêbînê û ji wir jî derbasî Şirnexê bûye. Tê gotin 6 xûşkên N.H. jî hene lê her yek bi aliyekî de çûne.
Li gorî agahiyan, polîs li ser bingeha zaniyariyan N.H.A. li komurgeha Şirnexê de dît ku dest û pêyên wê girêdayî bûn û di rewşeke de şepirze de bû.
Piştî ku ew keça kurd a Rojava birin nexweşxanê derket holê ku rastî destdirêjiyê hatiye.
Hat îdiakirin ku N.H.A li hember 6 hezar lîre (nêzîkî 3 hezar dolar) firotine kalemêrekî 63 salî yê bi navê Î.K. û wî kalemêrî dest avêtiye wê keçkê.
Ji ber wê jî polîs ew kalemêr û keça wî ya 16 salî ya bi navê A.K. desteser kir.
Hat zanîn, N.H.A niha di bin çavdêriya dewletê de ye û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Rudaw