• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Elmanya zarokên Êzdî fêrî kurdî û babetên olî dibin

Li Elmanya zarokên Êzdî fêrî kurdî û babetên olî dibin
Navenda Laliş li Elmanya kursên fêrbûna zimanê kurdî û babetên li ser ola Êzdiyan ji bo zarokan vedike. Di kursa 4’ê ya zimanê kurdî û babetên olî de 60 zarokên kurd ên Êzdî bawernameyên xwe wergirtin.

Berpirsê Ragehandina Navenda Laliş li Elmanya Hejar Dawid ji BasNewsê re behsa kursa ziman kir û got: ‘‘Me wek bernameyên navendê yên salane, îsal jî kurseke fêrbûna ziman, kultura kurdî û babetên olî ji zarokên kurd ên Êzdî re li navenda bajarê Bielefeldê vekir.’‘

Hejar Dawid wiha axifî: ‘‘Kitêbên me ji Kurdistanê tên û bi tîpên latînî ne, zaravê Kurmancî ye û ew kitêb di sala 1996´ê de bi fermî ji aliyê Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve taybet ji bo xwendekarên Êzdî hatine çapkirin.’‘

Di kursa 4’ê de ku 60 zarok beşdar bûn bi numreya serkeftî bawernameyên xwe wergirtin, di dema pêş de jî wê dest bi kursên din bikin ku biryar e li hinek bajarên din ên Elmanya bên vekirin.

Hêjayî gotinê ye Navenda Laliş li Elmanya navendeke fermî ye hejmareka zêde endamên wê yên kurdên Êzdî ji hemu deverên Kurdistanê hene, navend bajarê Bielefeldê ye û berdewam kurs û semîneran pêşkêş dike, giringiyeka mezin dide ziman û kultura kurdî, herwiha babetên girêdayî ola Êzdiyan.

Basnews
Top