• Sunday, 28 July 2024
logo

Xanima Sultan Kosen ji Rojavayê Kurdistanê vegeriya

Xanima Sultan Kosen ji Rojavayê Kurdistanê vegeriya
Zilamê herî dijrêj ê dinyayê Sultan Kosenê li ser îdiayên ku xanima wî dev jê berdaye, dilgiraniya xwe anî ziman.

Kosen li gundê Dedeya li ser Dêrika navçeya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê dijî.

Kosen li mala xwe ya gund ji rojnamevanan re ragihand ku xanima wî Merve Kosen ji Rojavayê Kurdistanê ye û berî 2 heftiyan ji ber ku xizmekî wan miriye ji bo şînê çûbû Rojava.

Sultan Kosen got ku “ji ber bûyerên li Sûriyê diqewimin hin pirsgirêk pêk hatin lê xanima wî duh ji Rojava vegeriya Bakurê Kurdistanê û niha ew di mala xwe de bi hev re bextewar dijîn”.

Kosen ew nûçeyên ku di medyaya Tirkiyê de belav bûbûn û digotin ku “xanima wî dev jê berdaye û reviyaye Sûriyê” derewandin û got ku “ew ji ber van nûçeyan xemgîn dibin.

Xanima Kosen, Merve jî aşkere kir ku di şerê navxweyî yê Sûriyê de lawê apê wê jiyana xwe ji dest da û ew ji bo şîniyê çûbû Rojavayê Kurdistanê.

Rudaw
Top