• Sunday, 28 July 2024
logo

Li Berlînê bi şanoyê piştgiriya Hêzên Pêşmerge tê kirin

Li Berlînê bi şanoyê piştgiriya Hêzên Pêşmerge tê kirin
Liser daxwaza Mala Şanoya Elmanya, Grûbeka Şanoya Kurdî ji Kurdistanê bo Berlînê hat vexwendin daku bihevra êvareka kulturî saz bikin bo piştevaniya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ku dijî teror metirsiyên li ser gel û Kurdisranê di cepheya şer de ne.

Derhênerê Şanoya ku wê were pêşandan a bi navê 'Bîreweriyên Dînekî' hunermend Îhsan Osman ji BasNewsê re diyar kir ku wan ew kar bi vexandineka fermî ya mala şanoya Elmanî amade kirine.

Îhsan Osman got: ‘‘Rol û erkên hunermend û rewşenbîran di dîroka Kurdistanê de, kêmtir nebune ji yên Pêşmerge, ji bo wê jî erkê me hunermendan li derveyî Kurdistanê jî ew e ku bi kampanya, anîna dost û hunermendên biyanî ya ser xetê piştgiriya Hêza Pêşmerge bikin û evna erkê me ye.’‘

Osman diyar kir ku tevî hunermendên Elman ên Mala Şanoyê û hinek hunermendên Rus û biyanî ew ê di dawiya pêşkêşkirina şanoya xwe de kampanyayeke piştgiriyê bo Hêzên Pêşmerge bidin destpêkirin û jibo raya giştî û hemu medya cîhanî piştgiriya xwe bidin diyar kirin.

Rêveberê Rêveberiya Hunera Şanoya Duhokê Meyser Ubêd jî wiha axifî: ‘‘Em çend hunermendên şanoyê ji Duhokê li ser vexwendina fermî ya Mala Şanoya Elmanya hatine daku şanoyeke Kurdî, Elmanî û Rusî pêşan bidin.’‘

Hêjayî gotinê ye ku Mala Şanoyê ya Elmanya amadebûna xwe nîşan da ku ew bi rêya hunera şanoyê piştîvaniya Hêzên Pêşmer yên Kurdistanê bikin.

Roja 25´ê vê mehê wê şano li salona Theater Afbau Kreuzberg (TAK) were pêşandan, ev şano ji Amadekirina Keval Sidqî, Derhênana Îhsan Osman û bi Zimanên Kurdî û Rusî ye û Têksta wê jî bi zimanê Elmanî ye, şano bi navê 'Bîreweriyên Dînekî' ye ku nîvîskarê navdar ê Rûs Nîkolay Gogole nivîsiye.

Basnews
Top